Di êrîşên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê di meha Îlonê de 5 sivîl hatine kuştin

Rojane êrişên dagirkeran yên li ser herêmê dewam dikin.
QSD’ê bîlançoya êrişên mehekê yên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê eşkere kir.
Hat diyar kirin tenê di meha Îlonê de, 80 car gundên Girê Spî û Eyn Îsa hatin bombebarankirin.
Di van êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de 5 sivîl hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirer û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên meha Îlonê yên li ser Girêsipî û Eyn Îsayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê 15 Îlonê artêşa Tirk û çeteyên wê 16 êriş birin ser gundê Siwan û Sêlibî yên Girê Sipî.

Her wiha di 17 Îlonê de artêşa dagirker bi çekên giran malên sivîlên gundên navborî topbaran kir, û di encamê de 4 sivîl şehîdbûn.

navên kesên şehîd bûne wiha ne:

Malik El-Hemîd yê 52 salî

Idan Hemîd Elameyrî 40 salî

Ximûs El-Silbî 20 ya salî

Û Hemd El-Cerbûa yê 20 salî

QSD’ê di daxuyaniya xwe eşkere kir ku di 22 Îlonê çeteyên Tirkiyê hewil dan têkevin gundê Dibis, lê di navbera wan û hêzên QSD’ê şer derket di encamê de 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Her wiha li gorî daxuyaniyê sivîlê bi navê Mecîd Ewid şehîdbû û Zeyneb Mihemed Şerîf, Mihemed Şerîf, Mihemed Fesîh û Yûsif Hac Mihemed û Terfa Miraî birîdar bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di daxuyaniya xwe de bi bîrxist ku 24’ê heman mehê artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Qizeliya Mezin û biçûk topbaran kirin.

Hat diyar kirin dewleta Tirk rojane êrîşan li dijî gundên Eyn Îsa, rêya M4, gundê Xalidiyê, Hoşan û Dibis pêk tîne

Back to top button