Cemîl Bayik: Di sala 2’an de armanca me qedandina rêjîma faşîst e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ragihand ku tevgera wan bi Pêngava “Dem Dema Azadiyê” re plana têkbirinê ya dewleta Tirk pûç kirine wiha got:

Di sala 2’an a pêngavê de armanca me qedandina rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê ye.
Cemîl Bayik têkildarî nîqaşên li ser pirsa muxabetbê pirsgirêka Kurd kî ye jî ev nirxandin kirin:
Yê ku dibêje ‘Cihê çareseriyê meclîs e, muxatab jî HDP ye’ Rêber Apo ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû.

Cemîk Bayik temamkirina sala pêşî ya Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” nirxand û got:

Bi vê pêngavê re me hewl dan ku nîşan bidin rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ne tenê li Bakur her wiha ji çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya Rojhilata navîn ji bo gelan metirsiyeke.

Pêngavê li ser vê bingehê dest pê kir. Dibe ku bi temamî negihîşt armanca xwe, lê belê derbeke mezin li dewleta Tirk a faşîst da.

Kir ku ev desthilatdarî bê ber hilweşînê. Eger siyaseta desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê nehatibûya şikandin, muxalefet nedikarî li ber rabe.

Me ‘Plana têkbirinê’ ya AKP’ê pûç kir. Di sala duyemîn a pêngavê de armanca me qedandina vê rêjîmê ye.

Eger li dijî faşîzmê li ser vê bingehê têkoşîn bê meşandin wê desthilatdarî bi temamî têk biçe.

Cemîl Bayik: Rêber Apo cih û muxabetê çareseriya pirsa Kurd diyar kiribû

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî nîqaşên li ser “muxatabê pirsgirêka Kurd kî ye?” nirxandinên berfereh kirin û got:

Nîqaşeke bi vî rengî bêwate ye, berevajîkirin e. Di rojeva Kurdan de mijareke wiha tine ye.

Rêber Apo beriya bi salan gotibû; ‘Cihê çareseriya pirsgirêka Kurd meclîs e, muxatab jî HDP ye’.

Rêber Apo bi HDP’ê re hevdîtin kir, şand gel AKP’ê.

Yanî yê ku dibêje ‘Cihê çareseriyê meclîs e, muxatab jî HDP ye’ Rêber Apo ye.

Başe çima Rêber Apo meclîs nîşanî her kesî da?

Ji ber ku polîtîkayeke AKP’ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tune bû.

Rêber Apo fêm kir ku armanca AKP’ê serketina li hilbijartinê û dewamkirina desthilatdariya xwe bû. Ji ber vê yekê got, divê ev pirsgirêk di fermiyetê de bê çareserkirin.

Cemîl Bayik: Erdogan li pey dagirkirin deverên nû ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Cemîl Bayik bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî û bi van gotinan behsa planên nû yên Erdogan kir:

Erdogan ê faşîst di bin navê pirsgirêka pêla nû ya koçberiyê dixwaze çend herêmên din li Bakurê Sûrî dagir bike.

Kes jî li dijî vê deng nake. Wateya vê ew e, ‘Ez ê komkujiyê bînim serê Kurdan, piştgiriyê bidin min’.

Bêdengiya li hemberî vê yekê tê wateya ‘tu dikare bike’.

Gelê me heta niha çawa li dijî dewleta Tirk li ber xwe da, ji niha û pê ve jî divê bi heman rengî li ber xwe bide. Li dijî êrişên dagirkeriyê divê amadekariyên xwe bikin.

Back to top button