Li bakurê Kurdistanê talankirin û kuştina xwezayê ji aliyê leşkerên Tirk ve dewam dike

Li Herêma Botanê talankirin û kuştina xwezayê ya ku ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatiye destpêkirin bênavber dewam dike.
Leşker û Cerdevanên Tirk, li herêma Besta, Çiyayê Çilnimêja û li Çiyayê Bizina tenê di heftiyekê de sed hezar dar birrîn.Di heman demê de, di 13’ê îlonê de, li herêmên dar lê tên birîn de, Hevkariya Anonîm a Petrola Tirkiyê 400 bermîl neft dîtibûn.
Hat îdia kirin ku ji bo dîtin û derxistina neftê jî ferman hatiye dayîn ku dar bêne birîn.

Dewlet Tirk a qirker ku bi her cûre êrişê hebûn û nirxê gelê Kurd dike, bi talan û diziya dewlemendiya xwezaya Kurdistanê re jî hewl dide bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nehêle.

Beriya niha cerdewan û leşkerên Tirk, li herêma Bestayê li Serê Rû, Kaniyahilo, Dolahevran, Berûze, Quntarên Navyan, Rîsor, Girêhelizê, Darikar, Kaniyamir, Cîniver, Bûlûzerê birrîna daran destpêkiribûn.

Arteşa Tirk û Cerdevanên wan vê carê jî li Çiyayê Bizina ku bi ser Çiyayê Gabarê ve ye dest bi talankirina daran kirin.

Tê gotin, leşker û cerdevanên Tirk, tenê di nava hefteyekê de li herêmê bi qasî sed hezar darên berûyan bi hinceta ewlekariyê birrîne.

Şêniyên herêmê da diyar kirin ku darên berûyan ku nû şîn bûne jî ji kokê ve di birrin.

Darên ku tên birrîn bi traktoran dikişînin qada Xaran û ji wir jî li kamyonan bar dikin û dibin derveyî bajêr û difiroşin

Şeniyên gund diyar kirin ku herêm ji hêlekî ve tê şewitandin û ji hêlekî ve jî darên çiyayê wan tên birrîn û tê xwestin ku herêmê bêxweza û bêmirov bihêlin.

Her wiha hat ragihandin ku qereqola leşkerî gefa “Werin darên xwe bibirin, heger hûn neyên nebirin em ê efû nekin” li gundiyan xwariye.

Di heman demê de, di 13’ê îlonê de, di navbera gundên Şerefî û Akça yên li vê herêma dar lê tên birîn de ji aliyê Hevkariya Anonîm a Petrola Tirkiyê (TPAO) ve 400 bermîl neft hatibû dîtin.

Tê gotin ku ji bo dîtina neftê û derxistina wê, ferman hate dayîn ku darên li wir bêne birrîn.

Back to top button