Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi civîneke çapemeniyê 5 zarokên ji Sûdanê yên DAIŞ’î radestî hikumeta Sûdanê kirin.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûdanê Bedir El-Dîn jî ji aliyê xwe ve spasiya rêveberiya xweser kir.
Îro Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî civîneke çapemeniyê lidarxist.
Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebdulkerîm Umer, cîgirê wî Fener El-Kiêt, wezîrê erkdar û nûnerê wezîrê karên derve yê Sûdanê Bedir El-Dîn beşdarî civînê bûn.
Destpêkê belgeya radestkirina her pênc zarokan ji hikumeta Sûdanê re hat xwendin.
Li gorî belgeyê rewşa tenduristî û fizîkî ya zarokan baş e û rastî zextên derûnî yan jî fizîkî dema li herêmên Rêveberiya Xweser bûne, nehatine.
Li gorî belgeyê navê zarokên hatine radestkirin wiha ne;
Ebdsemid Hemze El-Hesen,
Sêfallah Yasîn El-Hesen,
Meryem Mihemed Bîlal,
Meryem Mihemed Usama El-Bedrî û Fatime Yasîn Hemze El-Hesen.
Piştre belge hate imzakirin.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûdanê Bedir El-Dîn jî spasiya rêveberiya xweser kir û diyar kir ku ji dema Meclisa Leşkerî ya Sûdanî rêveberiya Sûdanê dike, ev mezintirîn erk bû.
CÎGIRÊ WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ SÛDANÊ BEDIR EL-DÎN:
EM SPASIYA RÊVEBERIYÊ DIKIN, RÊVEBERIYÊ GAVEK MIROVÎ AVÊT
Elî dest nîşan kir ku ev gav peywendiyên mirovî û zanebûna kesên li ser xebatê disekin e diyar dike.
Elî derbarê mayîna wan li herêmên rêveberiyê de jî axivî û got:
Ev 20 roje em li virin. Min peywendiyeke baş û rêveberiyeke baş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûdanê Bedir El-Dîn teqez kir ku xebata wan a wergirtina welatiyên Sûdanê dewam dike û got:
“Erka ku meclisa leşkerî ya Sûdanê da me, wergirtina hemû welatiyên Sûdanê ye.”