Bi şewtandina ofisên xwe û tevlîhevkirina herêmê rêveberiyê reş dike

Dem bi dem jî ji bo Rêveberiya Xweser were reş kirin û PYD’ê bibe hedef, dikanên ku ENKS’ê vekirine û jê re dibêjin ofîs, bi çend molotof û fişekan rastî êrişan dihatin.
Ev bûyerên bi vî awayî, ger em bala xwe bidinê, dema wan balkêşe.
An şandeyên diplomasî hatine Rojava û serdana herêmê kirine an jî dema şandeyên Rêveberiya Xweser û diplomasiya wê li derve hevdîtinên girîng ji bo naskirina rêveberiyê dikin, pêk hatine.

Tevlihevkirina herêmê, valakirina deverê ji ciwanan û xirabkirina aramiya xelkê li rojava erka û wezîfeya wan e.

Ev ne idai ne, ev rastî û xwemukirhatinên sixur û endamên ku li ber destê ENKS’ê û MÎT’a tirk dixebitîne.

Gelek caran ji bo herêmê ji ciwanan vala bikin, porpaganda ku vaye wê dewleta Tirk êriş bike, rê vekiriye ji bo herin Ewrûpa, li rojava aramî tune dihat kirin.

Dem bi dem jî ji bo Rêveberiya Xweser were reş kirin û PYD’ê bibe hedef, dikanên ku ENKS’ê vekirine û jê re dibêjin ofîs, bi çend molotof û fişekan rastî êrişan dihatin.

Ev bûyerên bi vî awayî, ger em bala xwe bidinê, dema wan balkêşe.

An şandeyên diplomasî hatine Rojava û serdana herêmê kirine an jî dema şandeyên Rêveberiya Xweser û diplomasiya wê li derve hevdîtinên girîng ji bo naskirina rêveberiyê dikin, pêk hatine.

Gelek caran di dema hevdîtinên PYNK’ê û ENKS’ê de ji bo yekrêziyê bi insîyatîfa Mezlûm Ebdî fermandarê QSD bi amadebûna berpirsên Amerîkî ev ofis hatine şewtandin û yekser PYD’ê hatiye tohmetbarkirin.

Lê em bala xwe didin hemû şewatên ku li van deverên ENKS’ê qalê dike, dibînin ku tenê bi nav şewate, bêyî ku li ser bûyerê lêkolîn were kirin, serkirdeyên ENKS’ê derketine û xîtaba xwe ya ku berê diyare wê çi bêjin kirine.

Herî dawî dema şandeyeke MSD’ê û pêkhateyên rêveberiya xweser li Amerîka hevdîtin dikirin, ji bo xelkê herêmê û aramiya deverê dîplomasî dimeşandin, ENKS’ê di bin navê bilindbûna nirxê Mazotê de kombûnên bêyî destûr organîze kirin û êrişî PYD’ê û rêveberiya xweser kir.

Hemwextî vê yekê, Erdogan jî li Amerîka bû û ji bo destûra ji holê rakirina rêveberiya xweser bigre di nava tevgerê de bû..

Serkirdeyên ENKS’ê yên ji wan re dibêjin Bero û Ebdilhekîmê Beşar jî ku ji bo Amerîka hatibûn şandin, hedef amadekirina dosiyên reşkirina PYD’ê û rêveberiyê bûn.

Lewma dihat xwest endamên wan ên li rojava meşekê li dar bixin da ku bêbêjin vaye binêrin PYD’ê êrişî me dike û em di bin zextê de ne.

Lê wekî ku pêşiyên me gotine, tav bi bêjingê nayê veşartin.

Rastiya şewtandina van ofîsan, Ebdilbarî Osman yek ji sîxurên MÎT’a tirk ku bi ENKS’ê re dixebitî û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin, mikur tê ku ev şewat çawa bi destê ENKS’ê bi xwe pêk tên.

Back to top button