NPG: Dewleta Tirk çekên nû yê kîmyewî li dijî gerîla bikar tîne

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel eşkere kir ku artêşa Tirk di şerê li dijî gerîlla de çekên nû yên kîmyewî bi kar tîne. Fermandariyê ragihand ku rêjîma Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û bang li aliyên pêwendîdar kir ku bi erka xwe rabin. 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkildarî sûcên şer ên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Fermandariyê diyar kir ku dewleta Tirk bi serkêşiya rejîma AKP-MHP’ê ti sînoran nasnake û wiha dewam kir:

Dewleta Tirk a li Kurdistanê siyaseteke qirker dimeşîne, bi êşkenceya li Îmraliyê, qanûnên navneteweyî û nirxên exlaqî hemûyan binpê dike.

Bi taybet piştî ku li hemberî îradeya berxwedanê ya gerîlayên azadiyê asê ma, çekên kîmyewî yên bi qanûnên navneteweyî hatine qedexekirin bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze encamê bi dest bixe.

Beriya niha di operasyona 10-14’ê Sibatê ya li herêma Garê eşkere ye ku çeka kîmyewî bi kar aniye.

Wek tê zanîn di ser berxwedana dîrokî ya li herêmê Avaşîn, Zap û Metînayê 159 roj li pey xwe hiştiye.

Artêşa dagirker di serî de qada Zendûra ya Metîna û Girê Sor a Avaşînê, li gelek herêman çekên kîmyewî bi kar anî.

Niha jî ji bo şikandina berxwedana li xeta Werxelê her roj bi rengekî giran bombeyên kîmyewî dibarîne.

Li hemberî vê yekê, Amerîka û Ewrûpa ku di berdêla berjewendiyên xwe de PKK’ê xistine ‘lîsteya terorê’ bê deng in û dibin hevkarê sûcên şer.

Artêşa Tirk bi taybetî van 15 rojên dawî cûreyên nû yên bombeyên kîmyewî bi kar tîne.

Eşkere ye ku ev cûre ji aliyê yek ji van dewletan ve hatiye dayin.

Çawa ku dema komkujiya Dersimê ya 1938’an de rayedarekî dewleta Tirk bi gotina, ‘Me jehra mişkan avêt nava şikeftan û hemû kuşt’, li xwe mikur hat, îro jî bi heman şêweyê hovane tevdigerin û dikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî li dijî êrişên hovane ên artêşa Tirk ev bang li aliyên pêwendîdar kir:

Êdî piştgiriyê nedin van polîtîkayên qirker û nijadperest ên dewleta Tirk ku li dijî gelê me dimeşîne.

Nebin hevkarê vî sûcê li dijî mirovahiyê!

Di heman demê de pêşî Neteweyên Yekbûyî ku her carê guhê xwe li hawara gelê Kurd girtiye,

Em bang li saziyên navneteweyî, hêzên demokrasiyê, saziyên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan hemûyan dikin ku li ber dewleta Tirk rabin.

Fermandariyê îşaret bi berxwedana gerîlla a li hemberî êrişên dagirkeriyê kir û wiha dewam kir:

Gerîlayên Apoyî bi fedakariyeke mezin canê xwe feda dikin. Li dijî faşîzmê, berxwedana herî şoreşger a serdemê nîşan didin û rejîma qirker têk dibin.

Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî, divê kes bêdeng nemîne.

Di nava vê têkoşîna berxwedana pîroz de em ê bi biryardariyeke mezin, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê bi rengekî fedayî li ber xwe bidin û serketinê ji xwe re bikin esas.

Li tevahiya Kuridstanê divê jin ciwan û gelê me hêza xwe ya civakî nîşan bide, li dijî van rêbazên şerê qirêj dengê xwe bilind bike.

Back to top button