Tevgera Goran: PDK’ê sedema tevahiya nexweşiyên li Başûr e

Tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê, hêzên siyasî û sazî ji tevger û siyaseta PDK’ê nerazîne.
Tevgera Goran diyar kir ku PDK sedema tevahiya nexweşiyên li başûr e.

Berdevkê Tevgera Goran Dilêr Ebdulxaliq diyar kir ku PDK xwe weke hêza yekemîn ya Başûr bi nav dike berpirs û sedema tevahiya xirabiyên ku li gelê Başûr tê kirine.

Dilêr Ebdulxaliq ku ji medya fermî ya partiya xwe re axivî û got:

“Sedema ku heta niha pêşmerge nebûye hêzek nîştimanî, ji sedî 51’ê xaka Kurdistanê ji destdaye, me nekariye em bibin xwedî hikûmet û parlementoyek baş û azadî li herêmê paşde maye PDK ji van tevan berpirse.

Back to top button