Şêniyên Pêncwên: Divê hikûmeta Başûr û Iraqê êdî bibin xwedî helwest

Bertekên gelê Başûrê Kurdistanê yên li dijî êrişên Dewleta Tirk a dagirker, roj bi roj zêde dibe.
Welatiyên herêma Pêncewînê ya bi ser Silêmaniyê bang li hikûmeta Iraqê û ya herêmê kirin ku êdî li dijî êrişan bibin xwedî helwest.

Bertekên gelê Başûrê Kurdistanê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêde dibe.

Şênîyên herêma Pêncewînê diyar kirin ku pêwîste êdî sînorek ji dewleta Tirk re bê danîn.

Malbateke ji heremê Pêncwênê a girêdayî Silêmanîyê ku karê çandinîyê dikin, li ser êrîşên dewleta Tirk yên yên li dijî başûrê Kurdistanê axivîn.

Şênîyê bi navê Elî Osman Mistefa li ser rewşa xwe û êrîşên dagirkerîyê axivî û got:

”Weke gelê heremê em feqirin û karê çandinîyê dikin. Dermanên çandinîyê îsal pir bûha bû ye û li gor wê jî berhemên çandinîyê jî erzan bû ne.

Mixabin tevî vê yekê jî Dewleta Tirk bombeyan li ser me dibarîne. Bi hinceta PKK, şênîyan û warê wan bombebaran dike.

Jiber van êrîşan di nav gel de tirsek çêbûye û em nizanin çi bikin.”

Elî Osman da zanîn ku Ev herêm ne herême ki şere û wiha dewam kir:

”Gel lê vê herêmê dijî. Dewleta Tirk 200 kîlometre sînorê xwe derbas dike û li xaka Iraq ê bombeyan li ser gelê heremê dibarîne.

Mixabin kesek nîne ku bêje tu çima wiha dikî. Em van êrîşan şermezar dikin.”

Elî di dawîya axaftina xwe de bang li alîyên peywendîdar kir û got:

”Pêwîste hikûmeta heremê û ya Iraqê xwedî helwes bin. Tu mafê dewleta Tirk tuneye êrişî xaka Kurdistanê bike û em ji gelê Kurd dixwazin ku êdî sînorekî ji dewleta Tirk re dayînin.

Zarokê bi navê Mihemed Osman Mistefa jî bertekên xwe yên li dijî êrişan vi van gotinan anî ziman:

“Ji biharê ve em karê baxçeyan dikin. Lê dewleta Tirk bi hinceta PKK ax û baxên me bombeberan dike.”

Back to top button