Ava Gola Wanê 2 km kêm bû û qirêj derket

Li hin cihên Gola Wanê av nêzî du kîlometroyan kêm bû.
Piştî vekişîna avê qirêjiya di golê de jî derket ser rûyê erdê.
Heta niha saziyên rayedar ev qirêjî paqij nekirine.

Ava 12 newalan diherike golê.

Bi hişkesalî û germbûna cîhanê re li Gola Wanê li hin cihan nêzî 2 kîlomteroyan av kêm bû.

Piştî vê kêmbûna avê, qirêjiya di golê de jî derket ser rûyê erdê.

Ev qirêjiya ku derket holê di heman demê de xeteriyê li ser tenduristiya mirovan jî dike.

Gelek tiştên weke lastîkên wesayîtan, şûşeyên plastîk, cam, naylon û paçik li ser berava wanê hene.

Lê heta niha ne Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û ne jî Şanredariya Navçeya Tubayê ya AKP’yî vê çopê paqij nekiriye.

Back to top button