Şêx Semîr: Em ê bi dilsozî xizmetê ji gelên herêmê re bikin

Namzetê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan-PADÊ Şêx Semîr Derwêş, têkildarî hilbijartinên giştî yên Iraqê, diyar kir ku ji bo serketinê ew bi biryar in
Semir Bang li gelê Şengalê kir û got, “10’ê Cotmehê di sendoqan de bersiva dijminên Şengalê bidin.

Hilbijartinên pêşwext yên Iraqê wê di 10’ê Cotmehê de bê li dar xistin.

Namzetê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ Şêx Semîr têkildarî hilbijartinên giştî yên Iraqê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Şêx Semîr tekildarî xebatên wan yên ji bo hilbijartinê diyar kir ku her roj li nava gel digerin û ji aliyê gel ve jî bi awayekî germ têne pêşwazîkirin.

Şêx Semîr da zanîn ku xebatên wan baş derbas dibe û diyar kir ku gel jî hêdî di wê têgihiştinê de ye, wê kî çi ji civaka Êzidî re bike.

Şêx Semir di axaftinên xwe de bal kişand ser rola dayik û ciwanan yên di hilbijartinan de û got;

”Dayikên me her tim ji êrişên dijmin re xwe kirine mertal û bersiv dane hêzên komploger.

Li nava her civakê ciwan jî pêşengên berxwedan û têkoşînê ne.

Semîr diyar kir, bê ku ferq û cûda bixin nava neteweyan, ew ê bi dilsozî xizmetê ji gelên herêmê bikin.

Şêx Semîr: Divê civaka me 10’ê Cotmehê di sendoqan de bersiva dijminan bide

Her wiha Şêx Semîr tekîldarî astengkirina xebatên wan yên di nava Kampên Koçberan de ya ji aliyê hêzên PDK’ê ve jî da zanîn ku wan gelek caran hewl dane ku kampan xebat bimeşînîn lê ji ber metirsiya li ser jiyana endamên wan nikarin li kampan xebat bikin.

Semîr diyar ku çend ciwan ji ber alîgirê wan e, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine binçavkirin û niha di zindanan de ne.

Şêx Semîr destnîşan kir ku tenê hêzên PDK’ê dikare xebatên propogandayê hilbijartinê li kampan bike.

Şêx Semîr di dawiya hevpeyvînê de peymana 9’ê Cotmehê bi bîr xist û ev bang kir;

Pêwîste civaka me di 10’ê Cotmehê de bi çûnyina ser sendoqan bersiva vê yekê bidin ku dijmin tu car nikarebe êdî gavekê bavêje ser axa Şengalê ya pîroz.

Back to top button