Dewleta Tirk wê bi rêya Tirkmenan di hilbijartinan de piştgiriya PDK’ê bike

Belê, Hilbijartinên pêşwext yên parlamentoya Iraqê wê di 10’ê Cotmehê de were lidarxistin.
Bi nêzîkbûna hilbijartinê re jî dekûdolabên dewleta tirk û hevkariya wê ya bi PDK’ê re carek din eşkere dibe.
Derket holê ku wê dewleta Tirk bi rêya Tirkmenên li Iraqê piştgiriyê bide namzetên PDK’ê.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik jî ku duh êvarê di bernameya taybet de li ser vê mijarê hişyarî da û got; “Dewleta Tirk dixwaze bi rêya Tirkmenan gelek herêman dagir bike û ji bo vê jî di nava amadekariyan deye.

Tê payîn di 10’ê Cotmeha 2021’an de hilbijartinên pêşwext yên Iraqê werin lidarxistin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên Iraqê re pîlan û hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê jî ya ji bo hilbijartinan derdikevin holê.

Eşkere bû ku dewleta Tirk a dagirker wê bi rêya Tirkmenan piştgiriya PDK’ê bike.

19 partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan biryar dan ku di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de dengê xwe bidin namzetê PDK’ê.

Partiyên ser bi Tirkmenan bi daxuyaniyekê ragihandin ku ewê weke berpirsiyartiya li ser milê xwe, dengê xwe bidin namzetê PDK’ê.

Di daxuyaniya partiyên Tirkmenan de hate gotin ku ewê ti namzetekê ji bo hilbijartinên Iraqê diyar nekin, ji bo wê jî li hemû herêman wê dengê xwe bidin namzetên PDK’ê.

Hêjayî gotinê ye Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku duh êvarî beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bibû, derbarê metirsiya dewleta Tirk ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê a bi rêya Tirkmenan hişyarî da bû.

KCK’ê Cemîl Bayik li ser vê mijarê gotibû;

“Dewleta Tirk amadekariya wê dike ku dema firsend û zemîn dît wê temamiya Başûr dagir bike. Tirkmenan ji vê yekê re amade dike. Dixwaze li Başûr tevlîheviyê çêbike, bi hinceta ‘Em ê Tirkmenan biparêzin’ temamiya herêmê dagir bike. Divê xelkê me yê Başûr vê yekê bibîne. Eger îro li ber êrişên dewleta Tirk ranebe dibe ku sibe dereng be.”

Back to top button