Yemen..Di şerê li Marîbê de bêtirî 100 kes mirin

Li Yemenê ji Îlona 2014’an ve şer ranewestiyaye.
Di nava demên dawiyê de li herêma Marîb ya dikeve bakurê welat şer dijwar bûye.
Di encama şerê 2 rojên dawiyê de, bêtirî 100 kes hatin kuştin.

Hêzên hikumetê daneyên şerê 48 satên dawiyê eşkere kir.

Li gorî vê, di şarê dijwar ê li Marîb de bêmanî 68 Hûsî û 32 endamên alîgirên hêzên hikûmetê hatine kuştin.

Li herêmê ji eşîran sedan kes tevlî hêzên hikûmetê bûne, xwestine pêşiya pêşveçûna Hûsiyan bigirin.

Koalîsyona Ereb a bi pêşengtiya Erebistana Siûdî jî, di şer de ji esmanan ve gelek êrîş pêk anîne.

Herêma Marîb ji ber ku kelha dawî ya di destê hêzên hikumetê de ye, xwedî girîngî ye.

Herêm di warê sotemeniya dîzel û gaza petrolê ya li welat herî zêde tê bikaranîn de dewlemende.

Tevî agirbesta hêzên navneteweyî jî bi mehan e şer didome.

Piştî sala 2014’an paytexta welat Sana kete destê Hûsiyan û vir ve şereke dijwar destpê kir.

Li aliyekê hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî piştevanî dike, li aliyê din jî Hûsî hene.

Back to top button