Serokê Tûnisê jinek ji bo avakirina hikumetê erkdar kir

Piştî krîza bo mehan ya siyasî ya li Tûnisê, amadekariyên avakirina hikumeta nû tên kirin.
Serokê Tûnisê Qeys Seîd, ji bo avakirina hikumetê di zûtirîn dem de Nejla Bodin erkdar kir.
Bi vê gavê re, Nejla dibe yekemîn jina Ereb ku bi vê erkê radibe.

Li gorî malpera Nûçeyan a El-Eyn, serokatiya Tûnisê di daxuyaniyekê de got:

“Serokomarê Qeys Seîd îro birêz Nejla Bodin Herem Remedan ji bo avakirina hikumetê erkdar kir.”

Piştî ku Îxwnan li Tûnisê derbe xwarin, Qeys Seîd gelek gav avêtin.

Serokomarê Tûnisê Seîd 25’ê Tîrmehê hemû hêza parlamentoyê dabû rawestandin û serokwezîr ji erk girtibû.

Bi vê yekê re dawî li deshilata partiya El Nehda ya ixwana mislimîn ku Tirkiye û Qeter piştevaniya wê dike anîbûn.

Li welat jî niha amadekariyên avakirina hikumeta nû tê kirin.

Back to top button