Deriyê sînorê navbera Urdin û Sûriyê hat vekirin

Piştî Libnan û Iraqê, Urdinê jî dergehê sînorê xwe yê bi Sûrî re careke din ekir.
Deriyê sînor ê Navenda Sînor a Cabir ê di navbera Urdun û Sûriyê de li pêşiya tevgera bazirganiyê û rêwiyan hat vekirin.

Wezîrê Karên Hundirîn yê Urdunê Mazin El-Feraya du roj berê ji nûve vekirina sînorê Urdun-Sûriyê (Navenda Sînorê Cabir) ragihandibû.

Wezareta Karên Hundirîn di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku ev biryar bi armanca zindîkirina tevgera bazirganî û tûrîzmê ya di navbera herdu welatan de tê dayîn.

Ji aliyekî din ve jî, wê tevgera asîmanî ya navbera Şam û Emmanê jî di destpêka meha bê ve were vekirin.

Beriya 2011’an şerê li Sûrî despê bike, di navbera Sûriye û Urdinê de, bazirganiyek bi milyaran dolar hebû.

Tevî ku deriyê sînorî yê Nesîb Cabir 2018’an bi beşî hat vekirin, di bazirganiyê de mîna berê lê nehat.

Berî şer, ev derî bi rola veguhestina kelûpelan di navbera Tirkiye, Ewropa û welatên Kendavê radibû.

Back to top button