JI BO 7 HEZAR GIRTIYAN KAMPANIYA AFÎŞÊ DEST PÊ DIKE

Aktîvîstên Alman ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan, vê hefteyê dest bi kampanyayeke mezin dikin. Aktîvîstan bang li her kesî kirin ku tevlî kampaniyê bibin û dengê berxwedêran bidin bihîstin. Li Elmaniyayê jî di meşa Paskalayê de pankartên ji bo grevê hatin hildan.

Aktîvîstên Alman ji bo piştgiriyên bidin grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan, vê hefteyê dest bi kampanyayeke mezin dikin.

Kampanya ji aliyê Tevgera Femînîst û Tatort Kurdistan (Cihê bûyerê Kurdistan) ve tê organîzekirin.

Aktîvîstên Alman, 25’ê Nîsanê roja Pêncşemê weke “roja çalakiyê” ragihandin û diyar kirin, ku wê ji îro ve pankartên li ser 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de ne, Leyla Guven û tecrîdkirina Ocalan li gelemperiya Almanyayê daliqînin.

Li ser pankartan wê sloganên “Em dawî li bêdengiyê bînin”, “Dengê zindanan bibihîzin” û “7 hezar kes li dijî tecrîdê” bên nivîsandin:

Saziyên ku kampanyayê organîze dikin bang kirin û gotin,

“25’ê Nîsanê bê pankart nemînin, hûn dikarin xwe bigihînin me û pankartên xwe peyda bikin.”

Saziyan bang li alîgirgên demokrasî û mafên mirovan kirin ku roja Pêncşemê afîşan daliqînin û gotin:

Me dengê berxwedanê bihîst û em dixwazin vî dengî belav bikin.”

Saziyên amadekar destnîşan kirin ku armanca wan ew e ku Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê bixin nava liv û tevgerê.

Aktîvîstên kampanyayê ji kesên ku pankartan daliqînin xwest, wêneyê çalakiya xwe bikişîne û li medya civakî biweşînin.

Yên bixwazin dikarin wêneyên xwe bişînin ser navnîşanên li ser ekranê:

LI BAJARÊ BORDEAUX Ê FRANSAYÊ ÇALAKIYEK HAT LIDARXISTIN

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê jî Kurdistaniyan çalakiyek lidarxistin.

Di çalakiyê de slogana bijî berxwedana zindanan” hate gotin.

DI MEŞA PASKALYAYÊ DE PANKARTÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ HAT HILDAN

Li bajarê Hambûrgê yê Almanyayê bi hezaran kes di meşa Paskalyayê de li hev civiyan û li dijî şer peyamên aştiyê dan.

Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û Kurdan jî cihê xwe di meşê de girtin.

Di meşê de pankarta ku bal dikşîne ser 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê û tecrîdkirina rêber Ocalan, hate hildan.

Nûnerê NAV-DEM’ê axivî û bêdengiya dewletên Ewropa û saziyên navneteweyî şermezar kir.

Nûnerê NAV-DEM’ê bang li aştîxwazan kir ku li cem gelê Kurd bin.

Leave a Reply

Back to top button