Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker û Eşîra El-Mewalî li ser rêya sereke ya di navbera Ezaz û Efrînê de ya li nêzî gundê Kefer Cenê şer kirin.
Li gorî nûçeyên ANHA’yê ji ber şer çeteyên dewleta Tirk a dagirker rêya sereke ya navçeyên Şera, Bilbilê, gundên Metîna û Kefer Cenê li pêşberî çûn û hatina sivîlan girt.
Eşîra El-Mewalî soz da çeteyên dewleta Tirk ku dê bersiva wan tund be û tola xwe hilînin.
Ji bo piştgirya çeteyan hejmareke mezin ya çeteyên Firqeya Sultan Murad ji bajarê Efrînê û navçeya Şera ber bi bajarê Ezazê ve çûn.
Hat zanîn ku çeteyên dewleta Tirk 10 kes ji eşîra El-Mewalî li Efrînê revandine û ji wê zêdetir jî çeteyan 2 jin ji heman eşîrê bi bihaneya têkiliyên bi DAIŞ’ê re revandin.