MÎT’a Tirk tişta ku bi DAIŞ’ê nikarîbû bike niha bi sîxuran hewl dide pêk bîne

Pêşiyên Kurdan dibêjin ”kurmê darê ne ji darê be dar nakeve”.
Duh mikurhatinên sîxurên MÎT’a Tirk ku ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatibûn girtin di televîzyona me de hatin weşandin.
Ev sîxur gelek tiştên xirab ku pê rabûne vedibêjin.
Yek ji mijarên balkêş ku ev sîxur lê mikur tên şewitandina navendên buroyên ENKS’ê ne.
Sîxurê bi navê Ebdulbarî Osman dibêje ” Endamên ENKS’ê bi xwe navendên xwe dişewitînin.”

Dewleta Tirk tiştên ku bi destên qirêj yên DAIŞ’ê nikarîbû li dijî Rojava bikira, bi riya sîxuran hewl dide bike.

Hijmareke ji kesên ku sîxurtî ji dewleta Tirk re dikirin, niha di destên Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilat Sûriyê de ne.

Yek ji wan kesan navî wî Ebdulbarî Osman e, ew ji taxa Hilêliyê ye, li Tirkiyê perwerde dîtiye.

Piştire Ebdulbarî bi kesekî ku di nava MÎT’ê de rûnişt û ji bo Rojava hate şandin.

Navendên ENKS’ê yên ku li herêmê dihatin şewitandin û berpirsiyartiyê davêjin ser hin aliyên din, Ebdulbarî Osman li wê yekê jî mikur tê dibêje ” Endamên ENKS’ê bi xwe navendên xwe dişewitînin.

Sîxurê bi navê Tirkî Silêman Hemo, ku ji taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo porê xwe bi dizî, qaçaxî û sextekariyê spî kiriye

Tirkî Silêman bi riya nasnameyên sexte kesên ku ji dadgehê dihatin xwestin ew ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dikirin.

Ji bilî vî sûcî wî gelek bi bazirganiya şûnewarên dîrokî jî kiriye û behsa gelek sûc û xirabiyên xwe dikin.

Macid Mihemed ev kes taxa Meyselon ya bajarê Qamişlo ye di nava hêzên leşkerî de kar dike û têkiliyên wî rast e rast bi MÎT’a Tirk hene.

Back to top button