TIRKIYÊ JI NATO DERDIKEVE !

Emerîka ji Tirkiyê re dibêje, Ceza ji bo te amade ne û wê baregeha Incirlîk vala bibe.. Ji ber Tirkiyê di kirîna fuzeyên S-400 bi israr e, Emerîka gefên nû lê dixwe.

Senetorê Demokrat ê Emerîkî Bob Mînîdis ji Rojnameya Katîrîmînî ya Yûnanî re diyar kir ku, eger Tirkiyê fuzeyên S400 ji Rûsya bikire, wê Emerîka cezayan li ser wê ferz bike û nema balafirên F 35 radestî wê dike..

Senetorê demokrat teqezî li ser wê yekê kir ku,”qet nabe balafirên F 35 li kêleka fuzeyên S 400 be”

Ji ber ev yekê dê bihêle Rûsya nepeniyên balafiran nas bike..

Ev mijar nayê qebûlkirin..

Heta alîgirîn firotina F-35 ji bo Tirkiyê jî, xwedî heman helwest in..

Bob Mînîdis teqez kir ku, eger Tirkiyê bi israr be, wê di warê qanûna Emerîkî ya dibêje nabe çekên Rûsî werin kirîn, ceza bibe.

Her wiha Senetorê Emerîkî Bob Mînîdis bal kişand ser bandora vê yekê li ser têkiliyên welatên NATO jî û ev hişyarî da..

Dema ziyan bighêje ewlekariya Neteweyî ya Emerîka, çi pêwîst be wê bike û di nav de valakirina baregeha Incirlîk a li Tirkiyê..

Beriya demekê jî Cîgirê Serokê Emerîka hişyarî dabû Tirkiyê ku yan S-400 yan NATO hilbijêre..

Li ser wê yekê jî Erdogan got, ew mijar qediyaye û ne cihê nîqaşê ye û dibe em dema wergirtina S-400 hindekî pêş de bînin..

Leave a Reply

Back to top button