Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Qubat Talebanî li pêşiya alîgêrên YNK’ê sond xwar ku PDK’ê wê rojê nebîne û li ser xelkê nebe axa.
Bi nêzîkbûna hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê re ku wê 10’ê Cotmehê dest pê bike partiyan lez dane xebatên xwe.
Qubat Talebanî îro li navçeya Kelar a Germiyanê tevlî mîtînga Lîsteya Hevpeyaniya Kurdistanê bû û diayr kir ku PDK’ê dixwaze hevpeymaniya YNK û Tevgera Goran lawaz bike.û lihevkirinê li gel alî û kesan biçûk bike.
Qubat Talebanî da zanî ku PDK baş dizane, eger hevpeymaniya Kurdistanê bêhêz be, wê bi xwe bibe axa. û wê vê rojê bi çavê xwe nebînin.