Li Enqerê endama HDP’ê Ezgî Orak hate ravandin

Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ezgî Orak li devera Cebcî ya girêdayî navçeya Çankaya ya Enqerê ji aliyê kesên xwe weke polîs dane nasandin ve hate revandin.

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ezgî Orak, ji aliyê kesên nenas ve hate ravandin.

Hat zanîn ku di derbarê Ezgî Orak de biryara girtinê heye û bi darê zorê ew derbasî wesayîtê kirine.

Hevalên Ezgî yên ku nerazîbûn nîşanî bûyerê dan jî, hatin derbkirin.

Ezgî Orak berî niha bi hinceta ku derbarê wê de îxbarî hatiye kirin, 27’ê Mijdara 2020’an ji aliyê polîsan ve hatibû girtin.

Piştî ku plîsan Orak girtibûn daxwaza sîxurtiyê jê kirin lê ev tişt red kir.

Back to top button