Artêşa Tirk gundê Eyn Deqnê û Bêlûniyê yê Şehbayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên Şehbayê topbaran kirin.

Beriya çend seatan artêşa Tirk a dagirker gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê bi dehên mûşek û hawinan li her du gundan.

Heya niha tu agahî li ser ziyannehatiye eşkere kirin.

Firokeyeke bêpîlot a dewleta Tirk li asîmanê Bakurê Minbicê geriya

Li aliyekî din Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku firokeyeke bêpîlot a dagirkeriya Tirk li asîmana gundên Hoşeriyê û Catê yên bakurê rojhilatê Minbicê geriya.

Artêşa Tirk zarokeke 15 salî li ser sînorê Bakurê Kurdistanê kuşt

Herî dawî leşkerên artêşa Tirk a dagirker zarokê bi navê Ehmed Hisên El-Nasir yê 15 salî ku ji gundê Ereb Xan yê navçeya Zirgnê ew li ser sînorê Bakurê Kurdistanê gulebandin .

Ehmed ji bo dermankirinê hat rakirin Nexweşxaneya şehîd Xebat ya Dirbêsiyê.û li wir jiyana xwe ji dest da.

Back to top button