LI REQAYÊ TEQÎN 3 KES SIVÎL MIRIN, 2 SIVÎL JÎ BIRÎNDAR BÛN

Çeteyên DAIŞ’ê ne tenê êrîşên xwekuj pêktînin her wiha bermahiyên wan jî xeteriyek mezin, Li Reqayê mayînek ji bermahiyên DAIŞ’ê teqiya , di encamê de 3 zarok mirin.

Îro seat 16:00 Mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê li kolane Nûr a bajarê Reqayê Teqiya.

Di encamê de 3 zarok mirin û 2 jî bi giranî birîndar bûn.

Zarokên birîndar bûne rakirin nexwşxaneya Tib El-Hedîs û Furatê.

Li gorî bijîşkan rewşa birîndaran xeter e û di odeya çavdêriyê de ne.

Li gorî agahiyan qurbanî ji du malbatan li nêzî rawestgeha Cezra ya bajar in, dema ku li nav kavilên avahiyan digeriyan mayîn bi wan ve teqiya ye.

 

Leave a Reply

Back to top button