Artêşa Tirk gundê Dirdara yê Til Temirê da ber topan

Careke din û mîna her roj dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir. Ev êrîş dîsa li ser gundê Dirdara yê Til Temirê bû. 

Artêşa dewleta Tirk berî çend se’etan gundê Dirdara yê navçeya Til Temirê da ber topan.

Topbaran zêdeyî 2 saetan dewam kir.

Doh êvarê jî heman artêşê gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên Şehbayê bi dehan mûşek û hawnan topbaran kir.

Back to top button