Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku dê 8, 9 û 10’ê Cotmehê pêngavekê bidin dest pê kirin.
Meclisê di daxuyaniye xwe de wiha da zanîn:
Komploya li djiî rêber Abdullah Ocalan ku 23 salên xwe tijî dike, bi tecrîda giran û êşkenceyê didome.
AKP-MHP’ê armanc dike bi girankirina tecrîdê, Kurdan bikuje û hêzên demokratîk jî ji holê rake.
Li dijî vê îşkenceya sîstematîk û zalimane dest bi pêvajoya pêngavekê nû dikin.
Pêngava me dê di rojên 8-9 û 10’ê Cotmehê di salvegera destpêkirina komplogeriya navneteweyî de dest pê bike.
Meha Cotmehê ku meha bêbextiya navdewletî ye, em ê bikin meha berxwedan û têkoşînê.
Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê herî dawî ev bang kir:
Em bang li hemû saziyên navneteweyî yên peywendîdar dikin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.
Her wiha em hemû gelê xwe û dostan vedixwînin bi awayek çalak beşdarî pêngavê bibin û bi yekdengî bêjin ‘Ji Ocalan re azadî’.