Şervan Derwîş: Em ê nehêlin aramiya li herêmê têk biçe

Belê li hember van êrişên hovane ên dewleta Tirk berxwedaneke mezin tê meşandin. Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş dibêje “Em ê nehêlin aramiya herêmê têk biçe.”

Şervan Derwîş da zanîn ku êrişên li dijî herêmê, derfeta geşkirina DAIŞ’ê li herêmê ye.

Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe de sivîlên herêmê jî dike armanc û got:

“Di encama êrişên li dijî herêmê de zirarên mezin bi mal û milkên sivîlên li eniyên şer bûn”.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê behsa hewldanên derbasbûna çeteyan bo herêmê jî kir û anî ziman:

“Di vê mehê de çeteyên dewleta Tirk gelek caran hewl dan derbasî herêmê bibin, lê rastî bersiva hêzên me hatin.”

Şervan Derwîş di dawiyê de tekez kir ew ê li dijî êrişan bisekinin û derfetê nedin ku aramiya herêmê têk biçe.

Back to top button