Li girtîgeheke Ekuadorê girtî bihev ketin, 30 kes hatin kuştin

Li girtîgeheke Ekuadorê girtî bihev ketin. Di encamê zêdeyî 100 kes î hatin kuştin û derdora 50 jî birîndar bûn.

Bûyer li bajarê Guayaquil rû da.

Rayedarên welat diyar kirin ku li girîtgeha bajêr girtiyên ji dozên krîmînal şerê hev kirin.

Li gorî daxuyaniyê,

Çteyên binavê “Los Lobos” û “Los Choneros” ji ber nelihevkirinê bi çek, kêr û teqemeniyan bi hev ketine.

Di encamê de 30 girtî hatin kuştin û 47 jî birîndar bûn.

Fermandarê polîsan Fabian Bustos ragihand ku di n ava 5 saetan de wan ji nû ve girtîgeh kontrol kiriye û dest danîne ser gelek çekan.

Tîrmehê jî gelek bûyerên tundiyê li girtîgehên Ecuadorê rû da bûn ku zêdeyî 100 mehkûm hatibûn kuştin.

Wê demê li zindanên welat rewşa awarte hatibû ragihandin.

Back to top button