Êzidiyên Efrînê: Tevlêbûna parlamentoyê dê ji civaka Êzidî re bibe destkeftiyek

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan – PADÊ xwe amade dike da 10’ê Hizêranê bi namzetê xwe Şêx Semîr Derwîş tev li hilbijartinên Iraqê bibe.
Êzidiyên kantona Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne diyar kirin ku tevlêbûna li parlamentoyê wê ji civaka êzidî re bibe destkeftinek û banga piştgiriya PADÊ’ê kirin.

Endamê Rêveber ê Komîteya Têkiliyan a Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Mistefa Nebo tekez kir ” divê pêşî li planên çeteyan were girtin û derbasî pêvajoyeke nû bibin. ”

Her wiha got “Divê êzidiyên li Başûrê Kurdistanê hewl bidin dengê wan di parlamentoya Iraqê de derkeve.”

Endama Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Arîvan Menan jî piştgiriya xwe ji namzetê PADÊ’yê re nîşan da û da xuyakirin ew ji bo misogeriya parastina mafên êzidiyan gaveke erênî ye û wê êzidiyan ji fermanên dewleta Tirk biparêze.”

Back to top button