Rêxistina Roj li Dêra Zorê mayînên DAIŞ’ê bêbandor dike

Ji bo parastina şêniyên Dêra Zorê ji mayînên ku berê DAIŞ’ê lê çandibûn, Rêxistina Roj a Rakirina Mayînan di nava xebatê de ye.. Herî dawî vê Rêxistinê 3 hezar û 722 mayîn bêbandor kirin. 

Çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêngava Bagera Cizîrê asteng bikin, bi hezaran mayîn li Dêra Zorê çandibûn.

Ji dema rizgarkirinê ve, di nav de zarok bi sedan sivîl bi van mayînan jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Roj a rakirina mayinan jî, di 46 rojên borî de rûberek bi qasî 33 hezar metreçargoşe ji bermahiyên DAIŞ’ê paqij kir.

Li wê rûbera ku 4 hezar û 400 sivîl lê dijîn, 3 hezar û 722 mayîn hatibûn çandin.

Li gorî rapora Rêxistinê, depo û kargehên teqemeniyan ên çeteyam ku tê de nêzî 4 hezar cureyên moşekan hebûn, hatin paqijkirin.

Rêxistina Roj a Rakirina Mayîn dawiya 2016’an ji aliyê komek pisporên taybet bi mayînan, hat avakirin.

Back to top button