”Em ê li gorî derfetan alîkariyê bidin koçber û penaberan”

Zivistan nêz dibe û pêwîstiya koçber û penaberan bi alîkariyê heye.
Her çiqasî Rêveberiya Xweser alîkariyê dide jî lê ev yek têrê nake.

Bi girtina dergehê Til Koçerê ji aliyê NY’ê ve jî rewşa li kampan zehmetir bûye.
Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a herêmê di vê derbarê de hişayrî da û got:
”Girtina dergehê Til Koçer bandorek neyînê li rewşa kampan kir”.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî nêzî milyonek koçberên herêmên cuda yên Sûrî û penaberên ji Iraqê hene.

Bi hatina demsala Zivistanê re û ji ber ku konên ku di bin de dmînin riziyayî ne koçber zehmetiyan dikişînin.

Her wiha pêwîstiya wan bi gelek pêdiviyan jî hene.

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûrî Şêxmûs Ehmed li ser mijarê axivî.

Şêxmûs da zanîn ku ew ê destekê bidin koçber û penaberên li herêmê, hemû pêdiviyên wan ên zivistanê jî pêşkêş bikin û got:

”Niha li hemû kampan mazot tê balavkirin, beriya demsala zivistanê wê mazot bighêje hemû koçber û penaberan.

Ji bo konên ku pêwîste werin guhertin jî em ê bi Komseriya Bilind a Karûbarên Koçberan re koordîne bikin.

”Girtina dergehê til koçer bandoer neyînî li rewşa kampan kir”

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan bal kişand ser girtina dergehê Til Koçer, bandorê wê li ser koçberan û got,

“Girtina dergeh bi awayekî neynî bandor li rewşa kampan kir, divê civaka navneteweyî biryara xwe di ber çavan re derbas bike.”

Di dawiyê de Şêxmûs anî ziman ku ji bo alîkariya bi koçber û penaberan re ew bi hemû hêza xwe dixebitin.

Back to top button