112 roj bûn nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen ji hêla PDK’ê ve revandî bû.
Piştî gelek bang û nerazîbûnan doh Cîhad Hesen dersînorî Rojavayê Kurdistanê hat kirin. Cîhad ji televizyona me re axivî û behsa girtina xwe û şêwazê ne baş ê PDK’ê kir.
Cîhad Hesen da zanîn ku dema PDK’ê ew girt wekî ku terorîstekî bigirin tevgeriyan.
Cîhad eşkere kir ti tewanên ku bihêlin were girtin di destê wan de nebû û got:
Tenê dixwestin tewana ku ez istixbaratekî PKK’ê li Hewlêrê me li min bar bikin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser dibêje ku dema ew berdan û dersînorî Rojava kirin tiştên wî yên şexsî jî nedanê.