Mesûd ​​​​​​​Elî: Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve mijareke xeter e

Dewleta Tirk a qirker ji 23’ê Nîsanê ve bi çekên kîmyawî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.
Hiqûqnas û pisporê qanûnên navneteweyî Mesûd Elî eşkere kir ku ev mijareke metirsîdar e û bandora wê li nifşên pêşerojê bi awayekî neyinî dike.

Mesûd Elî got ku çekên kîmyawî zirarê dighîne mirov, hewa, erd, hawîrdor û deryayê û bandora wê jî li ser nifşên pêşerojê demdirêj e.

Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van êrişan, qanûnên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî – OPCW ku ew bi xwe tê de endam e, binpê dike.

Mesûd Elî diyar kir ku heger dewletek çekên kîmawî bikar bîne jî ji Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Ewlehiyê re tê pêşkêşkirin.

Derbarê bêdengiya navneteweyî jî Mesûd Elî dibêje ” ji ber berjewendiyên navneteweyî berpirsên vê rêxistinê li hemberî dewleta Tirk bi erka xwe ranabin.”

Back to top button