Li Belçîkayê doz li tîma kuştinê ya dewleta Tirk hat vekirin

Dewleta Tirk ya faşîst li welatên Ewropayê li dijî siyasetmedarên Kurd li pey planên reşkujiyê ye. Bi taybetî piştî qetilkirina sê jinên Kurd ya di 9’ê Çileya 2013’an de ev hewldan zêdebûn.
Li Belçîkayê, lêpirsîna têkildarî hewldana reşkujiyê ya li dijî siyasetmedarên Kurd, ku ji sala 2017’an ve dihat meşandin, bi dawî bû.
Dadgehê bîryar da derbarê Tîma reşkujiyê ya Tirk de doz bê vekirin. Rûniştina destpêkê wê 1’ê Cotmehê pêk were.

Dewleta Tirk ya faşîst bi rêya kom û tîmên xwe yên derqanûnî li welatên Ewropayê li pey planên kuştina siyasetmedarên Kurd e.

Bi taybetî li dijî Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar planên kuştinê bi serneketin.

Têkildarî hewldana reşkujiyê ya li dijî Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar, lêpirsîna li Belçîkayê bi rê ve diçû qediya û doz hate vekirin.

Di lêpirsînê de delîlên şênber hene ku digihêjin Enqereyê. Demeke dirêj biryara nepenîtiyê li ser dosyayê hebû.

Li gorî nûçeya ANF’ê dozgeriya Belçîkayê destpêkê ‘bi rengekî ecêb’ îdîa kir ku pêwîstî bi dozê nîne û xwest dosya bê girtin.

Biryara li ser girtin an jî negirtina dozê wê di 27’ê Nîsanê de ji aliyê Dadgeha Hiqûqê ya Brukselê bihata dayin, lê belê hate taloqkirin.

Di rûniştina dawî de ya 21’ê Gulanê pêk hat, ji bo biryardanê 18’ê Hezîranê hate destnîşankirin. Di rûniştina dawî de biryar hate dayin ku doz bê vekirin.

Rûniştina destpêkê ya dozê wê 1’ê Cotmehê pêk were.

Ev biryar li Ewropayê gaveke nû ye. Tîma reşkujiyê ya Tirk wê li gel pêwendiyên xwe bê darizandin.

Tê diyarkirin, di lêpirsînê de delîlên gelekî girîng hatin bidestxistin. Tê gotin ku bi taybetî pêwendiya yekser bi Enqereyê re heye.

Navenda tîma kuştinê li Fransayê ye. Hat diyar kirin, tevna sîxur û kujeran a ser bi Enqereyê ve, li Parîsê ye. Haya rayedarên Fransayê jî ji vê yekê heye.

Back to top button