NY ji bo çareserkirina pirsgirêka malbatên DAIŞ’ê însiyatîfek cîhanî ragihand

Ji rojevê dernakevin.
Her çiqasî cîhan çavên xwe lê digire jî, lê xeteriya wan ji aliyê herkesî ve tê zanîn.
Belê çeteyên DAIŞ û malbatên wan, hîna jî yek ji gefên herî mezin yên li cîhanê ye.
Ev metirsî di civîna 76. a Civata Giştî ya NY de bû rojev.
NY ji bo çareserkirina pirsgirêka malbatên DAIŞ`ê însiyatîfeke cîhanî ragihandin.
Sekreterê Giştî yê NY jî bang li welatên endam kir ku piştevaniya însyatîfê bikin.

Tevî bêdengî û têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li Sûrî û Iraqê, lê metirsiya wê her xwe dide hîskirin.

Ev metirsî li civîna 76. a Civata Giştî ya NY jî di rojevê de bû.

Piştî civînê însyatîfa cîhanî ji aliyê NY ve hate ragihandin.

Bi têkçûna çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bi deh hezaran DAIŞ`î û malbatên wan hatin girtin.

Çete ji bo zindanê û malbatên wan jî li kampan hatin bicihkirin.

Tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdora 12 hezar çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehan de hene.

Ji van bêtirî 2 hezar çeteyên biyanî ne.

Her wiha bêtirî 20 hezar endamên malbatên DAIŞ`ê di kampa Holê ya li gundewarê Hesekê de ne.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di civînê de hişyarî da ku ger civata navneteweyî ev pirsgirêk çareser nekir, wê bi xeteriyên ewlehiyê yên demdirêj re rû bi rû bimîne.

Her wiha diyar kir ku wê înisyatîfa cîhanî bi lez vê aloziyê çareser bike.

Antonio Guterres got, ev însiyatîf bi armanca peydakirina pêdiviyên hiqûqî û mirovî yên lezgîn ên kesên ji Iraq û Sûriyê vedigerin re, piştgiriyê pêşkêş dike.

Sektreterê Giştî yê NY`yê bang li dewletên endamê kir ku sûdê ji vê însiyatîfê bigirin û piştevanên bidinê.

Rêveberê UNICEF`ê Henrietta Fire got:

“Însiyatîfa cîhanî berhema hevkariya gelek kesan bi rêya nivîsgehên NY`yê ya li ser hemû astan e.

Di nav de Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Terorê ya NY, Nivîsgeha Komseriya Bilind a Mafên Mirovan û Desteya Jinan a NY heye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ya li Bahozê bang dikin ku pirsgirêka çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çareser bikin.

Her wiha bang li dadgeha cezayan a navneteweyî dikin ku çeteyan ji ber sûcên ku li dijî şêniyên herêmê pêk anîne, li herêmên suc lê kirî darizînin.

Back to top button