Greva birçîbûnê ya girtiyên Behdînanê ket roja 24’an

Ji 6’ê Îlonê ve, 4 çalakvanên Behdînanê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Grava birçîbûnê ya girtiyên Bahdînanê, ket roj 24’an.
Birayê Rojnamevan Umêd Beroşkî, Mahir Beroşkî girtiyan gotiye heta ku ew neyên azad kirin, ewê dest ji çalakiya xwe bernedin.
Seroka Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov a Kurdistanê Muna Yuxena jî got:
“Divê dosya girtiyên Behdînanê li dadgehê were bi encamkirin”

Greva birçîbûnê ya çalakvan û rojnamevanên Behdînanê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, dewam dike.

Ji 6’ê Îlonê ve çar çalakvanên Behdînanê yên girtî, Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyûb Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.

Ev 24 rojin greva birçîbûnê dewam dike. Rewşa girtiyan jî her ku diçe xirab dibe, lê hikumet bêdenge.

Piştî wan jî bi giştî 81 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê li dijî paşxistina dadgehkirinê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Birayê Rojnamevan Umêd Beroşkî, Mahir Beroşkî têkildarî rewşa girtiyan diyarkiribû ku wî roja 16’ê Îlonê bi rêya telefonê li gel Umêd Beroşkî çend deqe axiviye.

Mahir da zanîn Umêd ji wî re gotiye ku asayîşa PDK’ê daxwaz ji wan kiriye ku ew dawî li greva birçîbûnê bînin, lê wan ji asayîşêre gotiye heta ku ew neyên azad kirin, ewê dest ji çalakiya xwe bernedin.

Roja 20’ê Îlonê Wezareta Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêmê biryar da destûr bi xizmên girtiyan were dayîn ku li girtîgehên ser bi wezaretê hevdîtin li gel girtiyan were kirin.

Li gorî vê tê payîn roja 2’yê Cotmehê xizmên girtiyan ji bo hevdîtinê serdana girtîgehan bikin.

Muna Yuxena: Divê dosya girtiyên behdînanê li dadgehê bigihe encamê

Di derbarê mijarê de Seroka Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov a Kurdistanê Muna Yuxena ji Rojnews re axivî…

Muna Yuxena got:

“Teqez divê agahiya me ji rewşa girtiyên Behdînanê û tevayî girtiyên din hebe. Ji ber ku divê em li gorî yasayê çavdêriya girtîgehan bikin û li ser rewşa wan raporên xwe amade bikin.”

Muna Yuxena di dawiyê de diyar kir ku mafê girtiyane dosya wan li dadgehê were bi encam kirin.

Back to top button