HPG: Li qada Geliyê Reş ya Xakurkê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bê navber didome.
Gerîla bi çalakiyan bersivê tund didin êrişên dagirkeran.
HPG’ê ragihand li qada Geliyê Reş ya bi ser Xakurkê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê ragihand ku kontrayê bi navê Ebdulbaqî Taşdemîr ku sala 1996’an destê wî di şehadeta 3 gerîlayan de hebû, hat cezakirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rojane bi çalakiyan derb li ser derbê li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser berxedana dîrokî ya gerîla û êrişên artêşa Tirk ya dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ev agahî parve kir;

“Artêşa Tirk a dagirker 25’ê Îlonê li qada Geliyê Reş ya bi ser Xakurkê dest bi operasyonê kir. Heman rojê yekîneyeke operasyonê bû hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên me. Di encama vê çalakiya serketî de 2 dagirker hatin cezakirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medya xwe ya şerê taybet nûçeyên derewîn weşand û îdîa kir ku ev leşker di encama qezayekê de mirine. Lê belê divê gelê me ji van nûçeyên derew bawer neke.”

HPG’ê da zanîn hêzên gerîla yên li Xakurkê bi armanca silavkirina Berxwedêrên Werxelê ev çalakî kirin.

HPG’ê diyar kir 28’ê Îlonê li Girê Şehîd Şahan û 30’ê Îlonê jî li Girê Karker yên Xakurkê hêzên gerîla bi çekên giran bi rengekî serketî li dagirkeran xistin.

HPG’ê diyar kir 29’ê Îlonê li qada Goşînê ya Xakurkê li derdora Girê Şehîd Hawar hêzên çekdar ên PDK’ê gule li hêzên gerîla reşandin ku hêzên gerîla li herêmê bi erka xwe radibûn.

HPG’ê derbarê êrişên hewayî de jî ev agahî parve kir;

“29 û 30’yê Îlonê qadên Girê Sor, Girê Silêman, Girê Spî, Mervanos û Tabûra Ereban yên bi ser Avaşînê helîkopter geriyan. Heman demê qada Qartal bi balafirên şer hate bombekirin.

Qada Girê Şehîd Simko ya Zapê û gundê Kara-wayê ya li bajaroka Çeman-kê ya bi ser navçeya Amediyê jî bi helîkopter û balafirên şer hate bombebarankirin.”

 HPG: Kontrayê bi navê Ebdulbaqî Taşdemir hate cezakirin

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir Kontrayê bi navê Ebdulbaqî Taşdemîr ku sala 1996’an destê wî di şehadeta 3 gerîlayan de hebû, bi rengekî çalak sîxurtî ji dewleta Tirk re dikir û li dijî civakê karê fûhûş û narkotîkê dikir, hate cezakirin.

Hat diyar kirin ev kontrayê ku xizmet ji dagirkeran re dikir, li nêzî gundê Dêrkamê yê li qada Şehîd Kendal a Amedê 16’ê Îlonê hate cezakirin û tola şehîdan hate hilanîn.

Back to top button