HDP’ê: Li dijî qeyûman emê têkoşîna xwe bidomînin û gavê bi paşde navêjin

Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê ku 26’ê îlonê hatibû lidarxistin hat eşkerekirin.
Di encamnameyê de hate gotin li dijî qeyûman ew, têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin û gavê bi paşde navêjin.
HDP’ê konferans diyari jina Kurd Denîz Poyraz kir ku li Îzmirê hatibû qetilkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, 26’ê Îlona 2021’an, Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk li dar xist.

Konferans bi beşdarbûna 400 delegeyan, li Enqereyê hat lidarxistin û 2 rojan dewam kir.

HDP’ê, bi daxuyaniyekê encamnameya konferansê, ji raya giştî re eşkerekir.

HDP’ê, di serî de jina Kurd Denîz Poyraz ya ku li Îzmirê hatibû qetilkirin, bi bîr anî û konferans diyarî Poyraz kir.

HDP’ê: “desthilata AKP-MHP’ê bi pêşxistina aloziyan hewl dide civakê bênefes bihêle”

HDP’ê, di encamnameya xwe de diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi pêşxistina gelek aloziyan hewl dide civakê bênefes bihêle.

Hat diyar kirin ku bi salan e xebatên şaredariyên demokratîk ji aliyê dewletê ve bûne hedef û bi zext û qeyûman hewl didin îradeya wan bişkênin.

HDP’ê got, “Dema em li pratîka qeyûman a di navbera 2016-2019’an de binêrin, wê bê dîtin ku li dijî nasneme û nirxên gelê Kurd hemleyeke plankirî ya siyasî û îdarî di meriyetê de ye”

 HDP’ê:”Em rejîma qeyûman hilweşînîn rêveberiyên herêmî yên demokratîk ava bikin!”

HDP’ê têkîldarî rista rêveberiyên heremî ya li beramberî hişmendiya qeyûm yên rêveberiya navêndî jî got,

“Siyaseta herêmî, li dijî polîtîkayên zextên sîstematîk ên rêveberiya navêndî, têkoşîna civakî pêş dixe û lêgerîna xwebûnê û jiyana nû berdewam dike.

Îfadeya herî şênber a vê têkoşînê dijberî û ragêşiya li dijî erkdarkirina qeyûman a Şaredariyên HDP’ê ye.”

Her wiha HDP’ê, îşaret bi avakirina rêveberiyên herêmî yên demokratîk kir û diyar kir ku ji bo avakirina rêveberiyên herêmî yên demokratîk çi pêwîst be ew ê bikin.

HDP’ê di dawî de bang li herkesî kir,

“Dem dema ji bo feraseta rêveberiya herêmî û şaredariyê ya li ser esasê jin, civak û xwezayê ye û ji bo wê em bikevin tevgerê.

Back to top button