Efrîn..Çete dewleta Tirk zeytûnan didizin û darên herêmê dibirrin

Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin, sûc û hovîtiya dewlata Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin.
Çeteyên dewleta Tirk, wekî her sal îsal jî di dema zeytûnan de dest bi diziya zeytûnên herêmê kirine.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe hemû sûc û kirinên dermirovî li dijî welatiyên Efrînê didomînin.

Çeteyên dewleta Tirk dest datînin ser mal û milkên welatiyan û darên zeytûnan jê dikin û zeytûnan jî didizin.

Ji dema dagirkirina Efrînê heta niha, artêşa Tirk û çeteyên wê, her sal berhemên çandiniyê didizin û derbasî Tirkiyê dikin.

Hat diyar kirin ku çeteyên bi navê Siqûr El-Şemal û Firqeya Sultan Murad, dest bi diziya berhemên zeytûnan yên gundên navçeya Bilbilê kirine.

Hat ragihandin çeteyan berhemên zeytûnan ên şêniyên gundên Şêxorzê, Ipila, Qûrta, Qûta, Kotana, Bîbaka, Bolya, Ubêdonê, Heftêr, Qestel, Elî Kero, Ursmo û Nebî Horî yên navçeya Şera, dizîne.

Hat diyar kirin piştî ku çeteyên dewleta Tirk berhemên zeytûnan didizin wan li gundê Ubêdonê kom dikin û dixin kargeha guvaştina zeytûnan û piştre çeteyên El-Siqûr El-Şemal jî zeytê didizin.

Çeteyên Firqeya Sultan Murad çend roj berê nêzî 150 darên zeytûn û behîvê yên şêniyên gundê Kotana birrîn û li bazarên Efrînê firotin.

Çeteyên Sûltan Murad 135 çiwalên zeytûnê yên welatiyê bi navê Ehmed Henan ji gundê Kotana yê navçeya Bilbilê dizîn û piştre jî çeteyan li Ehmed Henan dan.

Li gundê Kefer Sefrê yê bi ser navçeya Cindirêsê jî çeteyên Semerqend bi hinceta ku ew milkê dewletê ye, berhemên zeytûnê yên sê malbatan dizîn.

Serçeteyê El-Hemzat jî dest danî ser 300 darên zeytûnê yên şêniyên ji gundên navçeya Raco.

Back to top button