Erdogan: Di mijara Sûriyê de em ê bi peymanên xwe li gel Rûsya re bin

Serokomarê Tirkiye Erdogan yê ketî tengaviyê, ji welatekê xwe di avêje welatê din.
Hêviyên Erdogan yên li Waşîngtonê têk çûyîn li Soçî jî nehatin dermankirin.
Erdogan yê bi Serokdewletê Rûsya Putin re, civiya di nava bêdengiyekê de li Enqerê vegeriya.
Tenê gotina, civîn baş bû bi têra Enqerê nekir.
Erdogan diyar kir ku ew ji peymana S-400’ê Rûsya venagerin û got;
DYA jî yan wê balefirên F-35 yan jî per bide.

Doh li bajarê Soçî yê Rûsya bazarên veşartî hatin îmzekirin.

Xelkê Sûrî careke din li ser mazeya bazarê bû.

Serokomarê Tirkiye Erdogan yê ji Waşîngtonê ti hêviyên xwe bidest nexistin, li Soçî li ber derê Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin bû.

Di mijara sereke ya bazara Putin û Erdogan de xelkê Sûrî hebû.

Piştî civînê bê ku daxuyaniyeke çapemeniyê were dayîn, Erdogan li balefira xwe siwar bû û berê xwe da Enqerê.

Mîna demên bûrî, Erdogan careke din di balefirê de bersiva pirsên qelemşorên xwe da.

Erdogan li pêşberî wan careke din xwest hêzbûna xwe nîşan bide û li ser mijara Sûrî wiha got:

Di avakirin ewlekariya li Idlibê de, car caran pirsgirêk derdikeve.

Di vê mijarê de, emê bi Rûsya re xebatên xwe bimeşînin.

Ev civîna Erdogan piştî salek û nivê pêk hat.

Herî dawî Erdogan û Putin piştî kuştina leşkerên Tirk li Idlibê 5’ê Adara 2020’an ji bo ragihandina agirbestekê li hev civiyabûn.

Li gorî peymanê divê Tirkiye û Rûsya li herêmê xalên çavdêriyê ava bikin.

Her wiha çeteyên li Idlibê jî rêya M4 jî li hatin û çûyînê vekin.

Lê di nava demên dawiyê de Rûsya êrişên xwe yên li ser herêmê zêde kir.

Ji daxuyaniyên Erdogan û Putin ji xuya dibe ku li ser Idlibê ti lihevkirinek pêk nehatiye.

Moskowa, Enqere bi nepêkanîna peymanên tewambar dike.

Erdogan: Divê yan balefir yan jî perê me bidin

Erdogan li ser pirsa balefirên F-35 jî anî ziman ku Waşîngton yan wê pere yan jî balefiran bide.

Her wiha anî ziman ku pêvajoya ji bo sîstema parastina asmanî ya S-400’ên Rûsya didome.

Ji bo krîna beşek nû ya S-400’an jî wê gavan paşde ne bavêje.

Back to top button