Yekîtiya Tenduristiyê banga avakirina komîteyeke tenduristî ji bo Rêber Apo kir

Nerazîbûnên li dijî tecrîda giran ya li ser Rêber Apo dewam dikin.
Yekîtiya Tenduristiyê û Komîteya Rêbertî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî xwstin ku komîteyeke Tenduristî ji bo Rêber Apo avabikin.

Yekitiya Tenduristiyê û Komîteya Rêbertî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da û ji rêxistinên tenduristiyê (Xaça Sor a Navneteweyî, CPT) re şand.

Daxuyanî li pêşiya Nexweşxaneya Dil û Çav ya Qamişlo ji aliyê Dr. Fadil Faris ve hat dayîn.

Di daxiyaniyê de hat gotin,

“Em ji rêxistinên tenduristiyê yên mirovî hêvî dikin ku serdana birêz Abdullah Ocalan yê li girava Îmraliyê bike û rewşa wî ya tenduristî bişopîne.

Ji dema girtina rêber Ocalan beriya 23 salan ve, rastî cureyeke tund a tecrîdê tê.

Destûr nayê dayîn ku malbat û parêzer serdana wî bikin.

Ji ber vê yekê jî em hêvî dikin ku hûn komîteyên tenduristiyê serdana Ocalan li zindana Îmraliyê bikin û eger derfet hebe tîmeke ji bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di van komîteyan de cih bigire.”

Back to top button