Lapid: Êrişa Yaudiyan li dijî Filistîniyên li Mesafer Yatta teror e

Bertekên li dijî êrişa Yahudiyan a li ser Filistîniyên li herêma Mesafer Yatta didomin.
Balkêşe vê carê berteka tund ji aliyê rêveberiya Îsraîlê ve hat.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîl Yaîr Lapid êrişa Yahudiyan a li dijî Filistîniyan ku di encamê de 12 kes birîndar bûyî weke “terorê” pênase kir.

Lapid li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê êrîşa niştecihên Yahudî yên li ser Filistîniyên li bejahiya herêma Mesafer Yatta ya bajarê Hebronê daxuyanî da.

Lapid yê ku bertek nîşanî êrişê dayî got:

“Ev çalakiya şîdetê tirsnak û teror e.

Ev ne rêya Îsraîl û ne jî rêbaza Cihûyan e.

Ev tundûtûjî ye û sînorek xeternak e.”

Niştecihên Yahudî duh li herêma bejahiya Mesafer Yatta êrîşî Filistîniyan kirin.

Di encamê de, zarokek di nav de 12 kes birîndar bûn.

Êrişkaran her wiha bi kêran bizinên cotkarekî li herêmê dan ber kêran, wesayît û xaniyên Filistîniyan jî dan ber keviran.

Back to top button