Îsraîl sefareta xwe li Behrynê vekir

Îsraîl bi dehê salan e li herêma Rojhilata Navîn û bi taybet ji aliyê welatên Ereb ve weke dijmin dihate binavkirin.
Lê piştî peymana 2020’an a binavê “Lihevkirinên aştiyê” Tel Avîv plan dike ku pêwendiyên xwe li gel hin welatên Ereb baş bike.
Û bi vê armancê, piştî Îmrat, Sûdan û Mexirbê, Îsraîlê sefareta xwe li Behreynê vekir.

Par bi navbênkariya serokê berê yê Amerîkayê Trump, di navbera Îsraîl û hin welatên Kendavê de lihevkirin pêk hat.

Ev yek di wexteke wiha de ye ku pirsgirêka sereke a di navbera Îsraîl û Filîstînê de hê jî dewam dike.

Tevî zêdebûna êrişan jî welatên Erebê peymana xwe a lihevkirinê betal nakin.

Di vê çarçoveyê de, piştî Îmrata, Mexrib û Sûdanê, Îsraîl sefareta xwe li Behreynê jî vekir.

Sefaret li paytext Mename bi tevlîbûna serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapîd pêk hat..

Ji bilî sefaretê her wiha wê di navbera herdû aliyan de hin peymanên aborî û piştgiriyê jî werin îmzakirin.

Li ser mijarê wezîrê Îsraîlî Lapîd wiha axivî:

Em îro gihiştin Beyreynê, ev ji bo me cihê şanazî û rûmetê ye.

Back to top button