Li Îranê kirîna tiştên elektronîk û alavên malê ji derve hat qedexekirin

Li ser fermana Lîderê Olî yê Îranê Elî Xamineyî, kirîna tiştên elektronîk û alavên malê ji derve hate qedexekirin.

Elî Xamineyî di nameya ji Serokomar Îbrahîm Reîsî re şandî de, jê xwest kirîna tişên elektronîk û alavên malê yên ji derve tên welat were qedexekirin.

Xamineyî anî ziman ku kirîna pêdiviyan ji derve, ziyanê digihîne hilberînên navxweyî.

Kirîna tiştan ji derve, pişta hilberînên naxweyî şikandiye.

Ji ber vê yekê divê pêşî lê were girtin.

Li ser daxwaza Xameneyî, Serokomar ferman ji wezîrên berpirsyare şand ku kirîna tiştên elektronîk û taybet yên ji Koreya Başûrî tên qedexe bike.

Piştî van fermanan, Tahranê ragihand ku kirîna ji derve ya tiştên elektronîk û alavên malê hatine qedexekirin.

Tahranê piraniya pêdiviyên xwe yên elektronîk ji Samsung û LG yên Koreya Başurî dikirî.

Tê gotin, di biryara qedexeyê de bandora destdanîna ser 9 milyar dolarê Îranê yê ji aliyê Koreya Başûrî ve heye.

Îranê gelek caran bang li Seulê kir ku perê wan lê vegerînin.

Koreya Başûr jî bi hinceta cezayên ku Amerîka li Îranê ferz kirî ew pereyê ku qala wê tê kirin, nade Tahranê.

Back to top button