Polonya rewşa awerte ya li sînorê bi Belarûsê re 60 rojên din dirêj kir

Polonya ji bo parastina sînorên xwe ji pêla koçberên nû, rewşa awerte dirêj dike.
Serokomarê Plonya Andrzej Duda, ji ber krîza koçberan rewşa awerte ya li sînorê Belarûsê 60 rojên din dirêj kir.

Li ser navê Serokomariya Polonya daxuyaniyek hate weşandin.

Li gorî wê, Serokomar Duda biryarnameya rewşa awerte ya pêşîgirtina koçberên li ser Belarûsê re derbasî welat dibin îmze kir.

Bivê yekê re biryar ji bo parlamentoyê hat şandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biyara ji bo herêmên Podlaskie û Lublin yên welat digre nava xwe li gorî xala 230 ya distura bingehîn pêk hatiye.

Duda biryarnameya ku îmze kir ji serokê meclîsê re şand û daxwaza erêkirina wî kir.

Piştî krîza hefteyên dawî li Efxanistanê, jimarek mezin ji koçberan hewldan ser Belarûsê re derbasî Letonya, Lîtvanya û Polonya bibin.

Ev yek ji li nava welat bûbû sedema aloziyê.

Welatên Baltîk yên bi pêla koçberiyê re rûbirû man, Mînsk ji pêşînegirtina koçberan tewambar kir û Yekîtiya Ewropa daxwaz kirin ku cezayên berfireh li dijî wê pêk bîne.

Back to top button