Ciwan Mistefa: Rewşa heyî ferz dike ku qedexeya derketina derve were dirêjkirin

Desteya Tendirûstî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku Qedexeya derketina derve ku di 25’ê îlonê dest pê kir, dibe ku were dirêjkirin.

Hevserokê Desteya Tendirûstî a Bakur û Rojhialtê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa, îro di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku hemû nîşaneyên heyî û rewşa heyî ferz dike ku qedexeya derketina derva were dirêjkirin.

Mistefa bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastin û bîryarên tenduristiyê pêk bînin da ku rê li belavbûna pêla 4`an a Koronayê bigirin.

Şaneya Aloziyê di 23`ê Îlonê de qedexeya giştî ragihandibû. Biryara qedexeyê di 25`ê Îlonê heta 1’ê Cotmehê ket meriyete.

Back to top button