Daristanên baranê li Aborjînan hate vegerandin

Piştî salên dirêj, Aborjînan careke din mafên xwe bidest xistin.
Daristanên baranê ên tropîk li Awistralyayê Daîntree, bi peymaneke dîrokî li parasvanên wê Aborjînan hate vegerandin.

Daristanên baranê yên Mîrateya Cîhanî ya Unesco zêdetirî 180 milyon sal kevin e û ji nifşên Aborjîn re malovanî kiriye.

Daintree li Awistalyayê yek ji cihên herî xweş yên geştiyariyê ye.

Herêm di warê, ekosîstema kavnar, dîmên daristanî, çemên zêde, şelale û peravên kuma spî de dewlemende.

Baxçeya giştî êdî wê ji aliyê xelkê Rojhilatê Kuku Yalanji yê hukumeta eyaleta Queensland ve bê rêvebirin.

Peyman parkên neteweyî yên din ên Queensland jî di nav de, deverek biqasî bêtirî 160 hezar hektare.

Bi vegerandina milkê gelê Kuku Yalanjî yê Rojhilat re, hikumeta Queensland duh “yek ji kevintirîn çandên zindî yên li cîhanê” nas kir.

Wezîrê Hawirdorê Meaghan Scanlon di daxuyaniyekê de got,

“Ev peyman mafê wan ê xwedîderketin û rêvebirina welatê xwe, parastina çanda û parvekirina wê bi mêvanan re nas dike.”

Peyman her du aliyên daristanê yên Mossman Gorge û Cape Tribulation digre nava xwe.

Herêma Daintree piştî kampanyayek li dijî daristan û paqijkirina çandiniyê li Canberra, ji aliyê hikumeta wê demê ya dewletê ve hate pejirandin û 1988’an di navnîşa Mîrata Cîhanî de hate tomar kirin.

Unesco wê deverek “pir girîng” a cihêrengiya biyolojîkî ya dewlemend û bêhempa dibîne.

Bêtirî 3,000 curên keskahiyê, 107 xişindek, 368 teyr û 113 cureyên kêzikan hene.

Herêm di heman demê de axa herî mezin a Awistralya ye ku bi domdarî wekî daristanek baranê hebû.

Back to top button