MSD’ê bi rayedarên Amerikayê re li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê gotubêj kirin

Serdana Şandeya Meclîsa Sûrîya Demokratîk MSD`ê ya li Amerîkayê dewam dike.
Şande li Washingtonê bi alîkarê wezîrê karên derve û berpirsê dosyaya Sûriyê ya Wezareta Karên Derve re civiya.
Di hevdîtinan de li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê gotubêj hat kirin.

Malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), ragihand ku şandeyeke ji MSD’ê bi alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn Joey Hood û berpirsê dosyaya Sûriyê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich, re civiyan.

Şandeya MSD`ê li avahiya Wezareta Karên Derve ya li Washingtonê hatine pêşwazî kirin.

Hat diyar kirin ku herdu aliyan der barê dosyaya Sûriyê û rêbazên çareserkirina aloziya li welêt nîqaş kirine.

Hat gotin Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji şandeya MSD û Rêveberiya Xweser re piştgiriya xwe ragihandine.

Her wiha rayedaran piştrast kiriye ku hevkariya di navbera Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA`yê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de wê dewam bike.

Hêjayî gotinê ye, berpirsê dosyaya Sûriyê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich, ev cara yekemîne bi şande û nûnerên sûrî re dicive.

Her wiha hat bi bîrxistin ku di civînê de nûnerê Wezareta Karûbarên Derve yê Emerîkayê ya li Bakur û Rojhlatê Sûriyê David Bronstein jî amade bûye.

Back to top button