Desteya Tendirustiyê li Qamişlo navenda şûştina gurçikan vekir

Desteya Tenduristî a Bakur û Rojhilatê Sûrî, ji bo alîkariya şêniyan di warê madî û manewî de gelek nexweşxane û navend tendirustiyê li herêmê vekirin..
Ev navend û nexweşxane jî bê pere şêniyan pêşwazî dikin.
Piştî Kobanê û Reqayê, li bajarê Qamişloj jî navenda şûştina gurçikan hat vekirin..

Nexweşên nexweşiya gurçikan, gelek zehmetî didîtin û her berê wan li nexweşxaneyên derveyî herêm bûn.

Lê vaye pirsgirêka wan a çûn û hatinê hat çareserkirin.

Îro, Desteya Tenduristî li Herêma Cizîrê, li bajarê Qamişlo navendek şûştina gurçikan vekir.

Di navendê hemşîre, bijîşkên pispor ên vî beşî û alavên nû yên pêwîst hene.

Deriyê navendê wê ji şêniyên Qamişlo, navçe û gundên wê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî re vekirî be.

Navend wê nexweşên vî beşî bê pere pêşwazî û derman bike.

Yasir Ehmed: Em dikarin heyvê 20 nexweşan pêşwazî bikin

Bijîşk Yasir Ehmed pisporê beşa diyar kir, ji bo hêsankirina riya şêniyan me pêwîstî bi vekirina vê navendê dît û got;

Bijîş Yasir anî ziman, ew li gorî derfetên xwe dikarin heyvê 20 nexweşxan pêşwazî bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Desteya Tenduristî li Bakur û Rojhilatê Sûrî, beriya niha li Qamişlo nexweşxaneya Dil û Çav, Klînîkên Gel û Navenda Jiyan a Coronayê jî vekiribû.

Back to top button