Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê pêşwaziya Cihad Hesen kir

Piştî serbestberdana Cihad Hesen îro Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê pêşwaziya wî kir.

Cîhad Hesen li avahiya Meclisa Rêveber a li navçeya Amûdê ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriy Ebdulkerîm Omer û hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis ve hate pêşwazîkirin.

Talet Yûnis kiryarên PDK’ê yên li dijî nûnerên wan şermezar kir û gotin:

“Ev kiryar li dijî maf û zagonên navneteweyî ye.Em bi hêvî bûn ku PDK’ê destek daba nûnerê me ne ku ew girtiba.”

Talet Yûnis got, divê PDK’ê kiryarên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser di ber çavan re derbas bike û destekê bide rêveberiyê.

Cîhad Hesen jî spasiya Meclisa Rêveber kir û diyar kir ku dema ew di girtîgehê de bû hemû cûreyên şerê derûnî li dijî wî dihat bikaranîn û dixwestin maoralê wî bişkînin.

Cîhad da zanî ku hebûna wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê moralê wî bilind dike û tu carî li ser xebat û têkoşîna wî ya ji bo rêveberiya xweser tu carî poşman nabe.

Back to top button