Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî heya 7 rojên din hat dirêjkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hefteyeke din dirêj kir.

Rêveberiya Xweser bi biryara 321’ê ragihand ku ji ber berbelavbûna vîrusa Corona, zêdebûne pêketiyan û ji bo parastina şêniyan qedexeya derketina derve heta hefteyeke din hat dirêjkirin.

Li gorî vê biryarê, tevahî cihên giştî, dibistan, zanîngeh, peymangeh, dayîngeh, qehwexane û klînîkên tenduristiyê û çalakiyên werzîşê û xebatên tên rawestandin.

Dikanên xwarin û sebzeyan ji saet 6’ê sibehê heta 1’ê nîvro vekirî dimînin û xwaringeh jî tenê ji xwestekên derve re bin.

Cihên Tendrustiyê bi giştî û dezgehên çapemeniyê di biryara qedexeyê de cih nagirin.

Cotkarên xwedî projeyên çandiniyê jî ranawestin, lê pêwîste li gorî erkên fermî yên girêdayî komîteyên çandiniyê were kirin.

Dergehên sînoran tenê ji bo tevgerên bazirganî û mirovî vekirî dimînin.

Di dirêjahiya dema qedexeyê de ji bilî saziyên pêdiviya wan bi xebatên li daîre û saziyên Rêveberiya Xweser heye, rawestandin.

Back to top button