Ehmed Şêxo: Bêdengî tê wateya hevkariyê

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo jî Li ser heman mijarê axivî.

Ehmed Şêxo diyar kir ku Civaka navneteweyî cesaretê dide Tirkiyê ji bo ku van sûcan pêk bîne.

Ehmed Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî qanûn, biryar û peymanên navneteweyî bin pê dike.

Ehmed Şêxo bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyawî re spart vê sedemê:

”Hêza artêşa dewleta Tirk têrê nake ku armancên xwe pêk bîne, ji bo vê jî dest bi bikarîna kîmyawî kiriye”.

Ehmed got: ”Bêdengiya civaka navneteweyî tê wateya hevkariya wê ya bi pêkanîna van sûcan”.

Back to top button